Kurê Apê Mûsa rehmet kir: Îro salvegera qetilkirina bavê wî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Anter Anterê kurê Apê Mûsa îro çû ser dilovaniya xwe.

Anter Anterê kurê rojnameger û nivîskarê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) îro danê sibehê koça dawî kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Anter Anter di serşoka mala xwe ya li gundê Sitîlîlê yê Nisêbînê bi mirîtî hatiye dîtin.

Cendirme û tîmên tenduristiyê çûne mala Anter Anter û tîmên tenduristiyê tesbît kiriye ku wî wefat kiriye.

Tîman cenazeyê Anter Anter ji bo otopsiyê rakiriye Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Îro salvegera qetilkirina bavê wî ye

Apê Mûsa jî 32 sal berê wekî îro ji hêla JÎTEMê ve li Amedê hatibû qetilkirin.

Dihat plankirin îro êvarê li ser gora xwe ya li gundê Sitîlîlê were bibîranîn.

Anter Anter kurê Apê Mûsa yê mezin e. Piştî ku gelek salan li Swêdê jiya vegeriya Sitîlîlê.

Anter Anter di hevpeyvîneke xwe de gotibû:

"Min û bavê xwe hevdû kêm didît çimkî hatina min qedexe bû û ew jî gelek caran girtî bû."

Mûsa Anter kî ye?

Mûsa Anter sala 1920î li gundê Zivingê yê navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû.

Ew sala 1944an bi Ayşe Hale Zapsuya keça rewşenbîrê Kurd Evdirehîm Rehmîyê Hekarî (Zapsu) re zewicî. Rehmiyê Hekarî jî zavayê malbata Bedirxanîyan bû.

Sê zarokên Mûsa û Hale Anterê yên bi navê Anter, Rahşan û Dîcle çêbûn.

Mûsa Anter sala 1943yan di avakirina “Dicle Talebe Yurdu” de cih girt û di salên 1960-70yî de li ser rewşa Kurdan rojnameyên wekî “Dîcle'nin Kaynagi” û “ÎlerÎ Yurt”ê derxistin.

Ew her wiha yek ji damezrînerên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bû.

Mûsa Anter ji ber nivîsa xwe ya bi navê Qimil hat darizandin û di her sê derbeyên leşkerî yên Tikriyeyê de ji ber nivîs û daxuyaniyên xwe hat girtin.

Apê Mûsa 20ê Îlona 1992yan li Amedê ji aliyê JÎTEMê ve hat kuştin û li gundê Sitîlîlê yê Nisêbînê hat veşartin.