Malbeteke ji Orduyê 4 sal in mêşên xwe dibin Colemêrgê

Hewlêr (Rûdaw) – Malbateke ji parêzgeha Orduyê ya Tirkiyeyê 4 sal in ji bo hilberîna hingivê baş mêşên xwe dibin parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê.

Wan mala xwe ya li hezar û 200 kîlometreyî dûr bi cih hiştiye û li bajarokê Silehiyê ya Colemêrgê konê xwe yê mêşvaniyê vedaye.

Şînasiyê 63 salî û hevjîna wî Cevriye 2 mêşvanên gerok ên ji bajarê Orduyê yê Deryaya Reş in.

Dewlemendiya xweza û kulîlkên çiya û zozanên Colemêrgê ji bo hilberîna hingivê baş û bi kalîte 4 sal in li ser hev berê wan dide wir.

Mêşvanê ji Orduyê Şînasî Keskîn got:

“Ev 4 sal in ez li vî cihî me. Me li gundên din jî mêşvanî kiriye.

Li vê derê kalîte û aromaya hingiv gelekî cuda ye û em jî li pey vê kalîteyê ne.

Her deverekê berhemeke xwe ya taybet heye.

Xwedê jî taybetmendiyeke wiha daye vê derê.

Em li pey kalîteyê ne eger wiha nebe em hezar û 200 kîlometreyî rê nayên.”

Malbat ji sala 1981ê ve mêşvaniyê dike.

Di wan salan de kewarên mêşên xwe birine gelek bajar û navçeyên cuda.

Ew dibêjin hingivê ku li Colemêrgê hildiberînin di kalîteyê de li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yekem e.

“Mêşvanî pîşeyeke xweş e”

Mêşvana ji Orduyê Cevriye Keskînê jî anî ziman:

“Zarokên min mezin bûne û ez jî niha alîkariya hevjînê xwe dikim.

Mêşvanî pîşeyeke xweş e. Li gorî hinek pîşeyan zehmet e lê em fêrî vê bûne.

Ev 4 sal in em li heman cihî ne, îsal li gorî salên borî berhem baştir e.

Hingivê Hakkariyê bi rastî jî xweş e. Yên ku ji hingiv fam dikin dema dixwin vê yekê dizanin.”

Zêdetirî 300 kewarên wan ên mêşan hene.

Ew bi firotina hingiv debara xwe dikin û her sê zarokên xwe jî dane xwendin.

Şînasî û hevjîna xwe dibêjin di 4 salan de li Colemêrgê gelek dost û hevalên wan çêbûne û ji xelkê wê jî gelekî razî ne.