DIHOK - Di navbera PKK û leşkerên Tirkiyeyê de şer û pevçûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li çend gundên qezaya Amêdiyê ya Dihokê di navbera gerîlayên PKKyê û leşkerên Tirkiyeyê de şerekî dijwar rû da.

Hat ragihandin ku ji ber bombebaranê agir bi herêmê ketiye û şêniyên herêmê ji ber tirsa bombebaranê nikarin herin agir vemirînin.

Herwiha çavkaniyên ji herêmê ragihand ku şer û pevçûnan 3 saetan ajotiye.

Şêrwan Sergelî şêniyekî gundê Sergeliyê yê Amêdiyê ye ku şevê din hatiye bombeberankirin.

Şêrwan Sergelî li ser bombebaranê ji Rûdawê re wiha got:

“Artêşa Tirkiyeyê şevê din ji saet 22:00an heta saet 01:00ê bi 4 helîkopteran herêmên gundên Sigêrî, Belave û Sergeliyê û Çiyayê Metînayê yên li navçeya Amêdiyê bombebaran kir.”

Şêrwan Sergelî da zanîn ku wan dengê çekên sivik û giran bihîstiye û “xwiya ye ku gerîlayan bersiv daye êrişan.”

Şêrwan Sergelî diyar kir ku ji ber bombebaranê, agir bi bax û bostanên wan ên li derdora gund ketiye.

Agir bi derdora gund ketiye

Cihê ku agir pê ketiye tenê 800 metreyî dûrî gund e lê şêniyên gund ji ber tirsa bombebaranê nikarin herin agir vemirînin.

Li Çiyayê Metînayê ku dikeve rojhilatê Amêdiyê gelek caran di navbera gerîlayên PKKyê û leşkerên Tirkiyeyê de şer û pevçûn diqewimin.

Herwiha artêşa Tirkiyeyê gelek caran vê herêmê bombebaran dike û gelek malbatan ji gundên xwe bar kiriye.

Li aliyê din, ev hefteyek e ku Tirkiye bi berdawamî derdora gundê Sigêriyê bombebaran dike ku li Çiyayê Metînayê cihekî stratejîk e.