ERZIROM - Otobûsê li traktorê xist: 2 mirî, 18 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê otubûseke rêwiyan li traktorekê xist.

Di qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest da, 18 kes jî birîndar bûn.

Şevê din otubûseke rêwiyan ku ji parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê diçû Stenbolê li navçeya Xoresanê ya Erziromê ji paş ve li traktorekê da.

Di bûyerê de kesekî bi navê A.K. ku di otubûsê de asê mabû li cihê bûyerê canê xwe ji dest da, 19 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyên Erzirom û Xoresanê.

Şofêrê traktorê tevî hemû hewldanên bijîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya birîndarekî din jî xirab e.