Kurdên Rojava ji destûra nû bêhêvî ne

Qamişlo (Rûdaw) - Di nav kolana Rojavayê Kurdistanê de xelk derbarê komîteya nivîsandina destûra nû ya Sûriyê de dibêjin, hejmara Kurdan di nava wê komîteyê de pir kêm e û ji bicihkirina mafên pêkhateya Kurd weke netew di destûra nû de bêhêvî ne.

Nivîsandina destûra nû ya Sûriyê, derbasî qonaxeke nû dibe. Rûsya û Tirkiye û Netewên Yekbûyî bi awayekî destpêkî li ser navên endaman rêkevtin û di demeke nêzîk de komîte tê avakirin.

Xebat û hewldanên ji bo nivîsandina destûrekî nû bo Sûriyê, di nava raya giştî û xelkê Rojavayê Kurdistanê de, nerînên cuda bi xwe re aniye.

Welatî dibêjin, ti kes û aliyek îtîrafê bi mafê Kurd nake, Kurd bi xwe jî lihev nakin û parçekirî ne.

Xalib Sadûn yek ji nîştecihên bajarê Qamişlo dibêje, dema ku 150 kes li ser mijara destûra nû ya Sûriyê bicivin, divê mafên hemû pêkhateyan li ber çav bigirin û mafên wan bêne dabînkirin, bi taybet jî mafên pêkhateya Kurd, ku pêkhateya herî mezlûm e li Sûriyê.

Xalib Sadûn herwiha dibêje, “çênabe ku destûrek nû ji bo Sûriyê bê nivîsandin û têde mafên Kurdan û herwiha her pêkhateyek din were paşguhxistin.”

Sadûn amaje bi giringiya yekbûn û yekdengiya aliyên Kurdî kir û got, tişta herî sereke û giring ev e ku “Kurd yekgirtî û yekdeng bin û daxwaza wan jî yek be” û nabe nakokî di daxwaziyên aliyên Kurdî de hebe.

Çalakvana Kurd, Şeha Ebdulrehman jî nerîna xwe li ser hewlên ji bo amadekirina destûra nû ya Sûriyê ji Rûdawê re tîne ziman û dibêje, ti baweriya wê bi wan hewldanan û herwiha garantîkirina mafên Kurdên Rojavayê Kurdistanê di destûra nû de nîne û dibêje, tenê du nûnerên Kurd di komîteya amadekirina destûrê de cih digirin.

Şeha Ebdulrehman got: “Ji 150 kesan tenê 2 kes Kurd in, em dê çi hêviyekê lê  bikin. Gerek bi kêmanî 20-25 heta 30 kesan ban, bi rastî baweriya min pê nayê.”

Semîr Hesen welatiyekî din ê Qamişloyê ye û ew jî ji bicihbûna mafên Kurdên Rojavayê Kurdistanê di destûra nû de bêhêvî ye. Semîr Hesen dibêje, rejîma Sûriyê tiştekî nade Kurdan û hêj heta niha jî îtîrafê bi kurdan nake.

Birahîm Mihemed jî bêhêvîbûna xwe ji dayîna mafên Kurdan di destûra nû de tîne ziman û tekez dike, dema ku ne opozsiyona derve û ne jî opozisyona navxwe ya Sûriyê îtîrafê bi mafên Kurdan nakin, dê çawan mafên Kurdan hebe.

Bi gotina wî welatiyê Rojavayê Kurdistanê, hêj li Sûriyê rewş aloz e û grûpên çekdar hene û şer berdewam e û destnîşan kir, ji bo ku destûrek nû were amadekirin, pêwîst e rewş li Sûriyê bi giştî aram be.