Mezintirîn zebeşên Amedê hatin hilbijartin

Amed (Rûdaw) - Zebeşên herî mezin ên Amedê di festîvalekî de ketin pêşbaziyê. Sê zebeş ketin dereceyê û hersê zebeş jî yên Bismilê bûn. Gelek kesên ku tevli festîvala zebeşan bû, li ber zebeşan wêne girtin û li ber xemlên zebeşan jî bîranînên xwe tomar kirin.


Li Amedê 7emîn Festîvala Zebeşan bi rê ve çû. Bi dehan zebeşên herî mezin di pêşbaziyê de amade bûn. Zebeşa yekemîn tam 52 kîlo derket. Zebeşa duyemîn 50 kîlo û 100 gram û zebeşa 3emîn jî 49 kîlo û 900 gram derket.


Adil Aydin bi zebeşa xwe ya mezin yekemînê festîvalê ye.  Ew gelek kêfxweş e ku hersê zebeş jî ji navçeya Bismilê ji gundê wan derketiye. Ew dixwaze rayedarên çandiniyê girîngiyeke zêde bidin zebeşên Amedê.


Yekemînê festîvala zebeşên Amedê Adil Aydin ji Rûdawê re wiha got: “Ger piştgiriyeke mezin bidin cotkaran dê zebeşên Amedê bigihijin heta 65-70 kîloyan. Em daxwaz ji Wezîrê Çandiniyê, ji Walî û Midûrê Çandiniyê dikin ku piştgirî bidin cotkarên zebeşan. Ger piştgiriya hilberîneran nekin bawer bikin zebeşên Amedê dê nemînin.”


Di festîvala zebeşan de jokey jî derketin hîpodrûmê û hesp bezandin. Vê yekê jî hêcaneke mezin xiste nava qada festîvalê.


Gelek kesên tevli festîvala zebeşan bûn, li ber zebeşên mezin wêne kişandin. Beşdarên festîvalê xwestin nav û dengê zebeşên Amedê li hemû cîhanê belav bibe.


Welatiya bi navê Xezal Xan jî got: “Ji bo Amedê, ji bo Diyarbekirê festîvala zebeşan pir girîng e. Lewre dema em festîval çêdikin mirov tên nas dikin, dizanin.”


Welatî Ronahî Bozan jî wiha axivî: “Zebeşên Amedê pir xweş e. Mezin e. Em dixwazin hem Tirkiye û hem hemû cîhan bên li zebeşa me binêrin. Tama wan jî pir xweş e.”


Mihemed Emîn Kaplan Welatî jî anî ziman: “Zebeşên Amedê gelek navdar e. Em dixwazin hê jî li hemû Tirkiye û cîhanê navê wê zêdetir derkeve.”


Di festîvala zebeşan de hem pêşangeheke wêneyan hate vekirin û hem jî xemla ku bi zebeşan hatibûn çêkirin hate pêşandan. Ji bo mêvanên festîvalê jî nan û zebeş hate îkramkirin.