Ensarîoglu bo Rûdawê: Helwesta Tirkiyeyê li ser referandumê xelet e

Amed (Rûdaw) - Parlamenterê Amedê yê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu, destnîşan kir ku helwesta Tirkiyeyê di derbarê giştpirsiya Başûrê Kurdistanê de xelet e û metirsiyên Tirkiyeyê jî ne di cih de ne.

 

Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu, di derbarê giştpirsiya Başûrê Kurdistanê de bersiva pirsên Rûdawê da.

 

Galîp Ensarîoglu diyar kir ku Kurdên Başûrê Kurdistanê dixwazin mafên xwe yên destûrî bi kar bînin û got: "Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê dixwaze ji bo pêkanîna demokrasiyê û çareseriyeke nû mafê xwe yê makezagonê bi kar bîne. Dil dixwest ku hikûmeta Bexdayê û Hewlêrê pirsgirêkên xwe bi awayeke din çareser bikin. Lê em dizanin ku rêveberiya mezhebî ya Malikî, ev 5 sal in li ser text e û sedema vê rewşê jî rêveberiya mezhebî ya Malikî ye. Ji ber ku budçeya Herêmê hate qutkirin û nahêlin Kurd di sazî û dezgehên dewletê de cih bigrin, Kurd jî dixwazin karta xwe ya referandumê bi kar bînin. Ev nayê wateya ragihandina yekser a serxwebûnê. Lê piştî ku tercîha gel derkete holê, li gorî pêşveçûnên siyasî, konjektura siyasî ya cîhanê û herêmê dê li ber çavan bê girtin û piştre biryarek bê dayîn."

 

Ensarîoglu bi bîr xist ku giştpirsî li hemberî Tirkiyeyê ne gef e û got: "Ev ji bo Tirkiyeyê ne tehdîd e. Lewre Herêma Kurdistanê ya di bin rêveberiya Barzanî de dostê Tirkiyeyê ye. Her tim jî bi dostane nêzî Tirkiyeyê bûye. Peymanên me yên stratejîk û aborî hene. Tirkiye dibêje gelo dê daxwaza serxwebûnê ya wê herêmê di nava Kurdên li Tirkiyeyê de jî bi pêş bikeve yan na. Lê ev metirsiya Tirkiyeyê ne di cih de ye."

 

Parlamenterê Amedê Galîp Ensarîoglu bal kişand ser wê yekê ku dewleta berê ya Tirkiyeyê tim li ser avakirina metirsiyan wesayet bi dest xistiye û got: "Kurdên li Tirkiyeyê ji bo pêkvejiyanê heta niha çi ji destê wan hatiye, kirine. Kurdên li Tirkiyeyê tu caran daxwaza cudabûnê nekirine û dê nekin jî. Tirkiye welatê hevpar ê Kurd û Tirkan e. Li Rojhilata Navîn dostê herî jidil û samîmî yê Tirkiyeyê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ye û divê wiha bimîne jî. Dema em li dîroka xwe dinêrin, em dibînin ku entegrebûna rêveberiya Kurd a bo Tirkiyeyê di berjewendiyê Tirkiyeyê de ye."