Kurdên Şebek bi xwebexişî tevlî Hêzên Pêşmerge dibin

Bexda (Rûdaw)- Bi armanca rûbirûbûna çekdarên rêxistina DAIŞê, hejmarek mezin ji kurdên Şebek bi awayeke xwebexişî tevlî Hêzên Pêşmerge bûne.

 

Nûnerê kurdên Şebek li parlamentoya Iraqê Salim Mihemed Şebek di daxuyaniyekê de ragihand: “Bi armanca piştevaniya Hêzên Pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê li sînorê deşta Mûsilê, bi hezaran kurdên Şebek bi awayeke xwebexişî tevlî Hêzên Pêşmerge bûne.”

 

Li 10ê meha Tebaxa borî de, parlamenterên deşta Mûsilê daxwaza kirin ku, bilez bajarê Mûsilê bê rizgar kirin ji destê çekdarên DAIŞê û tekez li ser pêwîstiya pevkariya koçberan kirin.

 

Deşta Mûsilê dikeve bakurê bajarê Mûsilê û bajerokên Hemedaniye, Şêxan û Tilkêf li xwe digre. Piraniya cihnişînên wê mesîhî, êzîdî, turkman, kurdên şebek û erebin.