AMED - Ciwanek di bendavê de winda bûbû, termê wî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Farqînê ya Amedê cesedê ciwanê ku di Bendava Êlihê de winda bûbû hat dîtin.

Hasan Bînenê 31 salî ku duh ji bo girtina masiyan çû Bendava Êlihê ya li nêzîkî gundê Bêzwanê piştî demekê ji ber çavan winda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, ekîbên Lêgerîn û Xilaskirinê yên Cendirmeyan, AFAD û ekîbên Lêgerîn û Xilaskirinê yên Zanîngeha Dicleyê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebatên lêgerînê de cesedê Bînen ji avê hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê cenaze ji bo otopsiyê veguhast Saziya Tiba Edlî.

Derket holê ku Mehdî Bînen bavê Hasan Bînen 2008an li nêzikî heman cihî xeniqiye.