Li Mereşê dîsa erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Goksûnê ya Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,2 pileyan erdhejek çêbû.

Li Bakurê Kurdistanê piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê erdhejên paşekî didomin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku demjimêr 10.05an  li navçeya Goksûnê ya Mereşê bi hêza 4,2 pileyan erdhejek çêbû.

Herwiha hatiye ragihandin ku erdhej 22,17 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.