Li Amedê otobus ji rê derket: 18 kes birîndar in

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismîlê ya Amedê otobuseke rêwiyan li dîwarê kêleka rê qelibî û 18 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, otobuseke rêwiyan li herêma pîşesaziyê ya Bismîlê ji rê derket û li dîwarê kêleka rê qelibî.

Di encama bûyerê de 18 rêwî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên emnî çûne bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismîlê.

Hat zanîn ku rewşa birîndaran bi giştî baş e.