Berdevkê HSDê: Civîna Erdogan û Putîn ji bo erêkirina êrişan bû

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Aram Hena derbarê hevdîtina herî dawî ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn a li Soçiyê de got: “Civîn tenê ji bo erêkirin û plankirina êrişên vê dawiyê ne.”

Berdevkê HSDê Aram Hena ji medyaya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re axivî û behsa geşedanên dawîn ên li herêmê kir.

Ev heyameke Tirkiyê êrişên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de zêde kirine, taybet bi piştî hevdîtina Erdogan û Putîn a 5ê Tebaxa 2022yan a li bajarê Soçiyê hêj dijwartir bûne.

Derbarê wê civînê de Aram Hena got: “Civîna dawî ya li Soçiyê, tenê ji bo erêkirin û plankirina êrişên vê dawiyê ne.”

Aram Hena diyar kir ku Sûriye veguheriya qada nakokiya navneteweyî û hemû aliyên herêmî û navneteweyî ku çavdêriya bûyeran dikin, hewl didin bi her awayî sûdê ji vê rewşê bigirin.

Hena herwiha eşkere ku ew ew rojane raporên meydanî didin Rûsya weke welatekî gerentor û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê û got: “Em encamên êrîşan ku gefan li ser armancên me yên hevbeş çêdikin, belge dikin.”

Berdevkê HSDê herwiha tekez kir ku hêzên wan ji bo her rewşekê re amade ne û got: “Em soz didin ku bi vîna xwe ya xurt sînorên xwe biparêzin, ewlehiyê ji gelê xwe re pêk bînin.”