Trên hat qulipandin

Navenda Nûçeyan – Trêna barî ya ku ji Mûşê diçû Elezîzê li nêzîkî navçeya Bongilan (Solhan) a Çewlîgê rastî êrişa bi bombeyan hat.

Di encama êrişê de ti kes ne mirin û birîndar nebûn, lê 4 vagonên trênê qulipîn û zerar gihîêtine.

Hêzên ewlehiya Tirkiyeyê piştî bûyerê li herêmê dest bi operasyonê kirin.

 

ŞIRNEX

 

Li navçeya Hezex a Şirnexê di encama gulebarankirina polîsên Tirkiyeyê de welatiyên bi navê Cebar Acer jiyana xwe ji dest da.

 

Li gorî agahiyan Cebar Acer duhî şev saet 02.00yê ku li ofîsa benzinxaneyê kar dikir, di dema ku ji cihê kar derket û ber bi mala xwe diçû li kolana Adile Naşitê rastî guleyên polîsên Tirkiyeyê hat û di cih de jiyana xwe ji dest da.

 

ÊLIH

 

Gerîlayên PKKê navçeya Hezo ya Êlihê bi çekên lûledirêj gule berdan Qereqola Cendirmayan a Gumuşorguyê.

 

Hat gotin hêzên ewlehiya Tirkiyeyê bersiv dan êrişa gerîlayên PKK û piştre gerîla ji wê derê dûrketine. 

Di êrişê de ti kes nemir û birîndar nebû.

 

MÊRDÎN

 

Ji aliyê din ve li Merdînê jî duhî şev hêzên ewlehiya Tirkiyeyê gule berdan sivîlên li dijî wan çalakî dikirin.

 

Li gorî agahiyan di encama gulebarankirina hêzên ewlehiya Tirkiyeyê de xortê bi navê Alî Akpinar ku 19 salî bû di dema ku li taxa Yalim ber bi mala xwe diçû rastî guleyan hat û jiyana xwe ji dest da.