HDPê bîlançoya şer ragihand: 200 kuştî 500 birîndar

 

Amed (Rûdaw) – Parlamenterê HDPê Idrîs Balûken eşkere kir ku heta niha nêzîkî 200 kes di encama şerê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane û nêzîkî 500 kes jî birîndar bûne.

Parlamenterê HDPê Idrîs Balûken îro li Amedê li ser şer û pevçûnên vê dawiyê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke rojnamevaniyê da.

Idrîs Balûken eşkere kir ku ji destpêka şerê îsal ve heta niha nêzîkî 200 polîs, leşker, gerîla û sivîl jiyana xwe ji dest dane û nêzîkî 500 kes jî birîndar bûne.

Wî parlamenterê HDPê behsa rewşa navçeya Farqînê ya Amedê jî kir û got, ji roja 17ê ve bajar hatibû dorpêçkirin û hêzên dewletê dest bi operasyonê kiribûn. Li wê derê av, telefon û elektrîk hatibû qutkirin û dixwestin komkujiyê bikin.

Li gorî Idrîs Balûken, fermana wê operasyonê ji aliyê Enqere û Erdogan ve hatiye dayîn…