Çiyayê Cûdî bû landika xezalan

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sîlopiya ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê quntarên Çiyayê Cûdî bûye landika xezalan.

Di çarçoveya projeya ku ji aliyê Rêveberiya  Şaxa Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ji bo dewlemendkirina cinsên biyolojîk ên li herêmê hat cîbicîkirin de 50 xezalên ji cinsa "gazella subgutturosa" berdan herêmên Uçagaç û Gavîtayê yên li pêş Çiyayê Cûdî.

Piştî ku xezal zan, hejmara xezalên li deverê di 11 mehan de derket gihîşt xezalan.

Ekîb bi wênegir, drone û dûrbînê ve bira xezalan dişopîne. Her wiha meha îlonê dê 40 xezalan ji Îstasyona Lihevzêdebûnê ya Xezalan a Rihaê bibin û tevlî wê bira navborî bikin.

Rêvebirê Şaxa Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî Orhan Kalay diyar kir ku li gorî lêkolîna ku wan 3 sal berê kir, wan tesbît kir ku li herêmê 50 sal berê xezal jiyane û lewma jî wan par meha îlonê li quntarê Çiyayê Cûdî 50 xezal berdan çolê.

Kalay bal kişand ku ew her hefte kontrolên rûtîn ên xezalan dikin û her wiha destnîşan kir ku ji 50 xezalan 23 jê mê ne û êdî fêrî herêmê bûne.

Xelkê herêma Gavîtayê Bişar Mungan jî diyar kir ku ew kêfxweş in ku li herêmê projeya xwedîkirina xezalan hat cîbicîkirin.