Li Domîz 530 jin weke serokê malbatê navê xwe tomar kirine

Hewlêr (Rûdaw) – Li kampa Domîz a li Duhokê, ku cihê koçber û penaberên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê ye, gelek jin hene ku hevjînên wan çûne Ewropayê û ew û zarokên xwe mane. Ew rewş bûye sedem, ku rewşa jiyana wan giran û zehmet be û serpireştiya zarokan girtine stuyê xwe.

 

Li gorî raporta Rêxistina Navdewletî ya Koçberan (UNHCR), li kampa Domîzê zêdetir ji 530 jinan, navê xwe weke serpireştê malbatê tomar kirine.

 

Fadiya Mihemed jineke koçber a Rojavayê Kurdistanê ye, piştî ku hevjînê wê çû Almanya, ligel keça xwe ya zarok bi tenê mane. Bi rêya mobaylê Fadiya û hevjînê xwe li hev dipirsin, lê Fadiya ji çûna Almanyayê bêhêvî bûye, ku bigihe hevjînê xwe.

 

Fadiya Mihemed derbarê vê rewşa jiyana xwe de dibêje: “Ev çar sal di ser çûna hevjînê min re  derbas bûn, keça min wê demê 8 mehî bû, niha keça min 4 salî ye, ez lî nêzîkî mala xezûrê xwe dijîm, jiyana min gelekî zehmet e, ez nikarim li derve kar bikim, eger ez biçim mala xezûrê xwe hezar çîrok tên gotin. Ez ji hevjînê xwe re dibêjim eger tu nayê divê ez bizanibim, divê ez çarenivîsa xwe û keça xwe bizanibim, heta kengî emê di vê karesatê de bijîn.”

 

Bi sedan jinên koçber ên Rojavayê Kurduistanê yên ku hevjînên wan dest ji wan berdan e û çûne Alamnya li Kampa Domîz dimînin, ew jin li hêviya pirsa komkirina malbatê ne, lê wiha diyar dibe, ku hêviyên herdu aliyan li ser wê pirsê lawaz bûne.

 

Ezîme Kemal yek ji wan jinên koçber e, ku li kampa Domîz dimîne û hevjînê wî li Almanyayê ye, lê ew bi xwe ji çûna bo Alamnyayê bêhêvî bûye.

 

Ezîme Kemal dibêje: “Belkî bi sedan jinên weke min li wê derê hene. Daxwaziya min û her keseke weke min, ku belke hin ji wan hebin ku rewşa wan ji ya min xirabtir be, ev e ku bigihin zilamên xwe. Daxwaziya min tenê ev e. Ew ezaba ku min û zarokên xwe, me dît, êdî ez naxwazim zarokên xwe bikim di vî ezabî de. Heta ku bêjî, li wan çiyayan me gelek nexweşî dît, êdî ez naçim.”

 

250 hezar koçberên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê dimînin, ji wan 535 jinên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê yên ku hevjînên wan çûne Alamnya, li kampa Domîz dimînin, hinek ji wan hatine berdan û gelek ji wan jî çarenivîsa wan nediyar e.

 

Hevjînên wan jinan ku li Almanyayê ne, bi her awayî hewl didin û dixwazin, ku hemû yasayên navdewletî bo komkirina malbatê ji xwe re bi kar bînin.