Karsazên Kurd: Dem dema “pêvajoya aştiyê” ye

Amed (Rûdaw) – Karsazan li Amedê ji hikûmeta Tirkiyê xwestin ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd careke din dest bi pêvajoya aştiyê bike.


Karsazên Amedê li dijî hewldana darbeya leşkerî piştgirî dan hikûmeta AK Partiyê.


Li 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê karsaz bi awayeke hemwext derketin pêşberî çapemeniyê û bi telekonferansê darbeya leşkerî şermezar kirin.


Li Amedê jî serok û rêveberên odeyên karsazan, helwesta xwe ya li hemberî darbeya leşkerî eşkera kirin.


Karsazên Amedê di weşana telekonferansa zindî de, xwestin pêvajoya aştiyê ji nû ve dest pê bike.


Karsazên kurd dan zanîn ku, eger pêvajoya aştiyê dest pê neke û pirsgirêka kurd çareser nebe, wê tu caran li Tirkiyê demokrasî bi cîh nabe.


Karsazan anîn ziman ku, niha tam dema wî ye ku hikûmeta Tirkiyê pirsgirêka Kurd bîne li ser mase û bi nûnerên Kurdan re diyalog deyne.


Di şeva 15ê Tîrmehê de hin kesan li hemberî hikûmeta Tirkiyê hewla darbeyê dabû dest pê kirin û xwestibûn hikûmetê bê bandor bikin.