5 gerîlayan canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya got ku di şerê Artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê de 5 gerîlayan canê xwe ji dest daye.

Medyaya nêzîkî PKKyê ragihand ku Artêşa Tirkiyeyê roja 18ê Hezîranê li bejahiya gundê Xirbekûrê yê navçeya Heskîfê ya Êlihê dest bi operasyonê kiriye.

Herwiha li quntara Çiyayê Agiriyê bi beşdariya leşker, polîs û cerdevanan operasyona leşkerî hatibû destpêkirin.

Ew herêm ji çûn û hatina sivîlan re hatibûn qedexekirin tevgerek zêde ya helîkopteran hebû.

Doh li navçeya Heskîfê ya Êlihê jî di navbera Artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê de şer derketibû.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê dîmenên operasyona li Çiyayê Agiriyê belav kirin.

Alî Yerlîkaya îdia kir ku di operasyonên li Agirî û Êlihê de 5 gerîlayan canê xwe ji dest daye.

Yerlîkaya got, di operasyona li navçeya Bazîdê ya Agiriyê de gerîlayê bi navê Yilmaz Oner ê nasnavî wî Şêxmûs Milazgir canê xwe ji dest daye.

Li daxuyaniya Yerlîkaya, linavçeya Heskîfê jî Şakir Erdemciyê nasnavê wî Şervan Botan, Hazret Kaçara nasnavê wê Eylem, Nurettîn Tekînê nasnavê wî Nurhaq û Zeynep Ozkana nasnavê wê Axîn canê xwe ji dest daye.

Parêzgariya Êlihê doh biryar dabû ku çûn û hatina li Çiyayê Mava yê li navçeya Heskîfê di navbera 19ê Hezîranê û 3yê Tîrmehê de 15 rojan were qedexekirin.

Ji aliyê din ve PKKyê heta niha derbarê her du şeran de ti daxuyanî nedaye.