Di betlaneya cejnê de Qesra Îshaq Paşayê bi geştyaran şên bû

Hewlêr (Rûdaw) - Di betlaneya Cejna Qurbanê de ji çar aliyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê welatiyan ji bo dîtina Qesra Îshaq Paşa berê xwe da navçeya Bazîdî ya Agiriyê.

Qesra Îshaq Paşa ku li başûrê navçeyê li ser girekî hatiye çêkirin her demsal bala geştyarên xwemalî û biyanî dikişîne.

Qesra ku di Lîsteya Demkî ya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê de ye bi mizgeft, ode, sûr, hewş, dîwan û salonên xwe yên haremê balê dikişîne.

Di betlaneya Cejnê Qurbanê de ji gelek bajaran geştyar ji bo dîtina Qesra Îshaq Paşa, Tirbeya Ehmedê Xanî, Keleha Urartiyan, Muzeya Ehmedê Xanî û Mizgefta Bayezidê ya Kevin berê xwe da Bazîdê.