Li Tirkiyê bihayê mazotê careke din hat zêdekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, bihayê lîre dadikeve û bihayê sotemeniyê zêdetir dibe. Bihayê mazotê, îro 20ê Hezîranê lîreyek û 64 quruşan hat zêdekirin

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, bihayê mazotê di nav 13 rojan de cara sêyem hat zêdekirin.

Her lîtreyeke mazotê di 7 Hezîranê de lîreyek û 36 quruşan û di 9 Hezîranê de lîreyek û 37 quruşan hatibû zêdekirin. Îro jî bihayê mazotê lîreyek û 64 quruşan hat zêdekirin.

Di nav 13 rojan de, bihayê mazotê 4 lîre û 37 quruşan hatiye zêdekirin.

Herwiha tê çaverêkirin ku benzîn jî giran bibe. Bihayê benzînê herî dawî roja 9ê Hezîranê 2 lîre û 70 quruşan hatibû zêdekirin.

Bi giranbûna nû, lîtreya mazotê li Stenbol dibe 23,80 lîre, li Enqerê 24,21 lîre, li Îzmîrê jî 24,38 lîre û li Amedê 24,90 lîre. Lîtreya benzînê li Stenbolê 24,03 lîre ye, li Enqerê 24,44, li Îzmîrê 24,51 û li Amedê jî 25,12 lîre ye.