Hevseroka Kantona Qamişloyê di êrîşa Tirkiyê de canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê otomobîlek li ser rêya her du gundên Til Şeîr û Beyandorê yên ser bi Tirbespiyê ve bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 3 kesan canê xwe ji dest dan ku yek ji wan Hevseroka Kantona Qamişloyê ye.

Îro berê nîvroyê droneke Artêşa Tirkiyê otomobîlek li ser rêya her du gundên Til Şeîr û Beyandorê yên ser bi Tirbespiyê ve derdora saet 11:30an bombebaran kir.

Li gorî zanyariyan di êrîşa dronî ya Tirkiyê de 2 jê jin 3 kesan canê xwe ji dest dane. Hate ragihandin ku kesên jiyana xwe ji dest dane Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û şofêrê otomobîlê Firat Tûma ne.

Herwiha hat ragihandin ku di heman êrîşê de Hevserokê Kantona Qamişloyê Gabî Şemûn jî birîndar bûye.