Şanda CPT serdana Kanî Masê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Operasyon û bombebaranên Tirkiyê li herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê berdewam in û şandeke saziya CPT jî ji bo zanîna ziyanên wan operasyon û bombebaranan serdana Kanî Masê û navçeyên din ên sînorî dike.

Dema 2 mehan dibe ku operasyona Tirkiyê li Kanî Masê berdewam e û heya niha 7 gund hatine valakirin, nêzî 100 malbat koçber bûne, 2 kesên sivîl birîndar bûne û ziyaneke maddî ya zêde bi ber navçeyê ketiye. 

Şanda CPT ku dê serdana navçeyên sînorî biker, berî niha jî raporek amade kiribû û ragihandibû ku  ku Tirkiyê 43 xal û binkeyên leşkerî danîne , 6 wan xalan serbazgeh in.

Piştî raporê û heya niha artêşa Tirkiyê 4 xalên din ên serbazî li nav xaka Başûrê Kurdistanê danîne.

Raporek derbarê şerê PKK û Tirkiyê pêşkêşî Kazimî tê kirin

Li aliyê din Komîteya Parlementoya Iraqê ku bi mebesta amadekirina raporekê li ser operasyonên Tirkiyê serdana navçeyên sinorî yên parêzgeha Duhokê kiribû, sibe rapora xwe temam dike û pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dike.

Endamê wê komîteyê Nasir Herkî ji Rûdawê re ragihand ku sibe komîteya wan dicive û rapora xwe derbarê vê mijarê de amade dike. 

Nasir Herkî da xuyakirin, piştî amadekirina raporê wê li gel Mistefa Kazimî Iraqê bicivin û rapora xwe radest bikin ku Hikûmeta Iraqê bi ciddî bê ser xetê û kar bike bo ragirtina şer û  qerebûkirina kesên ziyan dîtine.

Ev di demekê de ye ku firokeyên Tirkiyê duh otomobîlek li nava gundê Gelale li herêma Şarbajêr a Silêmaniyê bombebaran kiribûn û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.