Li Sêwazê du cihên geştyariyê ketin lîsteya mîrateya jeolojîk
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakûrê Kurdistanê, du cihên geştyariyê, ketin lîsteya mîrateya jeolojîk a Tirkiyeyê.
Li Enqerê Komxebata Diyarkirina 100 Qadên Girîng ên Mîrateya Jeolojîk hat kirin û di vê xebatê de, Komîsyona Tirkiyeyê ya UNESCOyê jî amade bûn.
Li navçeya Girinê gola Gokpinarê û li navçeya Hafikê jî qada kevirên kilsê ketine lîsteya mîrateya jeolojîk a Tirkiyeyê.
Gola Gokpinarê, bi zelalbûna ava xwe, bi rengê şîn û kesk wekî akvaryumeke xwezayî bala geştyaran dikişîne.
“Gola Gokpinarê wekî akvaryumeke xwezayî ye”
Mamosteya Beşa Endezyariya Jeolojiyê ya Zanîngeha Cumhuriyetê Nazire Ozgen Erdemê got:
“Ji bo me ev hilbijartin girîng e. Ji ber ev qadên hatine hilbijartin ji bo projeyên nû jî guncaw in.
Gola Gokpinarê jixwe akvaryumeke xwezayî ye û bi rengê xwe yê taybet mîrateyeke bêhempa ye.
Ji bo geştyariyê jî cihekî ku divê bê bipêşxistin e.
Qada Hafîkê jî jixwe wekî xelk dibêjin qada kevirên kilsê ye û çend golên biçûk lê zêde bûne.”
Li Qada Hafîkê ya ku ji kevirên kilsê çêbûye bi piranî cihên gilover hene û bûne wekî golên biçûk û li gel vê yekê jî çend şikeftên xwezayî li xwe digre.
“Divê em zanyariyên nû pêşkêşî geştyaran bikin”
Nazire Ozgen Erdemê herwiha got:
“Dema em behsa jeo-geştyariyê dikin, ne tenê behsa dîtinê dikin, divê zanyarî jî hebin.
Di vê mijarê de berpirsyariya me akademîsyenan jî heye.
Divê girêdayî vê derê em zêdetir projeyan pêş bixin û zanyariyên nû pêşkêşî geştyaran bikin.”