Ji bo 5 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyarî
Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo hinek bajarên Bakurê hişyariya ba û baranê hat dayîn.
Li gorî pêşbîniyên Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê pêleke ba û baranê dê çend bajarên Bakurê Kurdistanê bide ber xwe.
Tê texmînkirin ku 21ê Gulanê piştî nîvro li başûr û rojhilatê parêzgehên Colemêrg û Wanê, li rojhilatê parêzgeha Şirnexê û li bakur û rojhilatê parêzgehên Mûş û Bêdlîsê barana gur bibare.
Hişyarî hat dayîn ku li hemberî lehî, birûsk, ba û baranê divê welatî bi baldar bin û tedbîrên pêwîst wergirin.