Li Licê operasyon heye: Dengê şer û teqînan tê bihîstin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Licê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, doh operasyoneke leşkerî dest pê kir.

Artêşa Tirkiyeyê li Licê li hemberî gerîlayên PKKyê operasyoneke berfireh a bejayî û hewayî dike.

Dengê şer û teqînan tê bihîstin

Li gorî agahiyan gelek leşker beşdarî oprerasyonê dibin.

Hat zanîn ku di navbera gundên Kurmik û Dercimtê de dengê şer û teqînan tê bihîstin.

PKK û artêşa Tirkiyeyê derbarê operasyon û şerê li herêmê heta niha ti daxuyanî belav nekirine.