Girtina Deriyê Pêşabûrê bandoreke nerênî li ser xelkê çêdike
Duhok (Rûdaw) – Girtina deriyê sînorî yê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de pirsgirêkên mezin ji xelkê re çêdike. Hinek nexweş hene ku hatine çareseriyê werdigirin û beşek ji malbata wan li Rojavayê Kurdistanê mane.
Jineke Efrînê ji bo çareseriyê bijîşkî ev 6 meh in li Herêma Kurdistanê ye, du keçên wê li Rojavayê Kurdistanê mane, çend caran hewl dane lê ti rê bi wan nehat dayîn, herdu keçên wê hezar kilometre ji Efrînê birîne û di dawiyê de nikarîne xwe bigihin dayika xwe. Ti demek ji bo vekirina derî jî nehatiye destnîşankirin.
Semîra Mihemed a xelka Efrînê ev şeş meh in hatiye Herêma Kurdistanê bo çareseriya bijîşkî, pêwîst e neştergeriya vekirna sîng bo wê were kirin.
Hevjînê wê celta mejî lê daye û du keçên wê yên li Efrînê çend caran hewldana bi rêye online razemendiyê bi dest xwe ve bînin ku derbasî Herêma Kurdistanê bibin, lê ti bersiv ji bo wan nehatiye dayîn. Neçar bûne ji Efrînê heta Deriyê Sêmalkê 1000 kîlometreyan derbas bikin da ku derbasî Herêma Kurdistanê bibin û li ba xwişka xwe ya biçûk bimînin dema neştergerî bo dayîka wan nê kirin û bi tenê nemîne. Lê belê rê bi keçên wê nehat dayîn bên Herêma Kurdistanê û yer yekê li aliyekê asê man.
Xelka Rojavayê KurdistanêSemîra Mihemed dibêje: “Zarokên min li ser sînor asê mane. Ez dixwazim keçên min bêne ba min, weke din tiştekê naxwazim. Ez dixwazim îro bên, lê kes nîne wan derbas bikin.”
Deriyê navdewletî yê Pêşabûrê îro ji bo çûnûhatinê dawî roj bû, lê ne diyare heta kengî dê girtî bimîne.
Xelka Rojavayê Kurdistanê Hermîn Mirad jî got: “Girtina vî derî bi rastî ziyaneke mezin li xelkê me yê Rojavayê Kurdistanê kiriye. Gelek kes hene nexweş in. Rastî wextê me gelek maye em li Herêma Kurdistanê bimînin, lê belê em niha meçar in vegerin. Tehda xelkê herdu aliyan jî bûye. ”
Deriyê Sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka bi biryara Serok Mesûd Barzanî 6ê Çileya 2013an ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hate vekirin ku weke deriyekî bazirganî û mirovî jî tê naskirin.
Deriyê Navdewletî yê Pêşabûr-Sêmlaka deriyekî sînorî yê giring ê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ye, ji bilî armancên mirovî, deriyekî aborî yê girîng e ji bo Rojavayê Kurdistanê jî, ji ber ku ji %60 kelûpelên xwarinê yên wê parçeya Kurdistanê bi rêya vî deriyê sînor ve tên dabînkirin.