Li Herêma Kurdistanê 11 kes bi vîrusa koronayê ketin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Tendirustiyê 11 haletên pêketina bi vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê ragihandin.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand  ku li Hewlêrê 8 haletên din ên tûşbûna bi vîrusa koronayê hatine tomarkirin ku hemû kesûkarên tûşbûyekî din in li komelgeha Şaweys.

Berî niha jî 8 pêketiyên din ên bi vîrusa koronayê hatibûn tomarkirin  ku îro bi giştî kesên li Hewlêrê bi koronayê ketine gihişt 16 kesan.

Herwiha Wezareta Tendirustiyê aşkere kir ku li parêzgeha Silêmaniyê jî 3 haletên pêketina bi vîrusa koronayê hatine tomarkirin.

Li gel dawîn haletan, heta niha 442 kes li Herêma Kurdistanê bi koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 383 kes baş bûne  û 5 kesan jî canê xwe ji dest dane.