Îran hinardekirina kelûpel û xorekê bo Kurdistanê kêm dike
Silêmanî (Rûdaw) – Berdevkê Yekîtiya Weberhênerên Kurdistanê, Yasîn Mehmûd dibêje, dorpêça aborî ya Amerîkayê li ser Îranê rengvedaneke mezin li ser Herêma Kurdistanê hebûye û pêşbînî jî dike ku di rojên bihê de, ku Îran dê hinardekirina hejmarek kelûpel û xorekên din bo lîsteya qedexekiriyan zêde bike, bandora vê yekê bêtir derkeve.
Yasîn Mehmûd ji Rûdawê re ragihand: “Ji destpêka tundkirina dorpêça aborî ya li ser Îranê, bandorên vê yekê li ser bazara Herêma Kurdistanê bi giştî û parêzgeha Silêmaniyê bi taybetî derketin. Di destpêkê de gelek berçav nebû, lê niha em dikarin bêjin bazara Silêmaniyê rawestandiye û eger bi vî awayî berdewam be û Herêma Kurdistanê were neçarkirin ku tevgera bazirganî li gel Îranê rawestîne, bandorên wê dê zêdetir derkevin.”
Bêtirî 70 ji sedê pêwnediyên bazirganî yên Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamiya Îranê, ku salane nêzîkî 7 milyar dolaran e, bi rêya wan deriyên sînorî tê kirin ku li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ne.
Yasîn Mehmûd dibêje, ne tenê di aliyê pevguhertina bazirganî de, lê belê niha em têdigihin ku çima Îranê vîze li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê rakir. Niha ji Îranê ve rêjeyeke gelek zêde ya xelkê berê xwe didin Herêma Kurdistanê û ev yek bûye sedema bêkariyeke zêde, çimku ya ku karkerê me mehane bi 500 dolarî dike, îranî bi 250 dolarî dikin. Kompanya jî heta ku karkerên Îranî hebin, karkerên din naxwazin.
Piştî derketina krîza darayî li Herêma Kurdistanê, hejmarek kompaniyên biyanî vegeriyan û dest ji karên xwe yên li Kurdistanê berdan. Hejmarek bazirgan û sermaydarên Kurd jî sermayeyên xwe veguhastin Îranê û yek ji wan weberhêneran, projeyek bi bihayê 1 milyar dolarî wergirt.
Bi gotina Yasîn Mehmûd, ew dorpêça ser Îranê bûye belayek bo sermayeyên wan weberhêner û bazirganên Kurd ku sermayeya xwe veguhastin Îranê. Yasîn Mehmûd herwiha dibêje: “Hinek ji wan li Tehranê bi bihayê 1 milyon dolar mulk kirîne, lê niha bihayê wan çarêkeke pereyê wan nake. Me bi xwe projeyek hebû, me zêdetir ji milyonek dolarî zirar kir, bi giştî ewên ji bo karê weberhênanê çûbûne Îranê, rastî zirarên mezin bûne.”
Dema ku hemû derî di rûyê Îranê de tên girtin, ew jî neçar e beşek ji kelûpelên xwe embar bike û hinarde neke. Berdevkê Yekîtiya Weberhênerên Kurdistanê dibêje: Ewên ku li ser hinardekirina wan berdewam e, kalîteya wan bi qasekê kêm kiriye ku bi kêrî tiştekî nayên, lewma di vê rewşê de, tenê Tirkiye li pêşiya bazirganên Kurd dimîne û ew yek jî dibe sedema giranbûna nirxan.
Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekarên Herêma Kurdistanê, Şêx Mistefa Ebdulrehman jî ragihand, aloziyên navbera Îran û Amerîkayê, li nav bazarên Herêma Kurdistanê nîgeranî çê kiriye. Şêx Mistefa Ebdulrehman dibêje: “Pêştir bazirganên Kurd girêbestên yek heya sê salî li gel bazirgan û kargehên Îranê dikirin, lê niha girêbestên yek mehî heta sê mehî dikin, ew yek jî ji tirsa îflasbûnê û daxistina kargehan.”
Şêx Mistefa tekez dike: “Kargeh û fabrîkayên Îranê jî weke berê ji bo berhemanîna tişt û kelûpelan xwedî şiyan nemane, çimku ji bilî berhemên çandiniyê, piraniya maddeyên seretayî yên kargehan ji derveyî Îranê vet ê hawirdekirin û danûstandin jî bi Euro ye. Ji bilî rêgiriya li hember anîna keresteyên seretayî, gelek caran ji ber daketina nirxê tûmen li hember Euro, rûbirûyê ziyanê dibin.”
Di du salên bihorî de, bazirganên Îranê dest danîne ser zêdetirî 100 milyon dolar pereyên bazirganên Kurd û ew pere nedane wan, dema ku Wezîrê Derve yê Îranê jî serdana Silêmaniyê kir, soza çareserkirina vê kêşeyê da, lê belê ti pereyek nevegeriya.
Şêx Mistefa destnîşan kir: “Niha bazirganên Kurd bi ti şêweyekê bi rêya bank û hewaleyan pere naşînin Îranê, belku dest bi dest pere dişînin, wate heta sedî sed ji pereyên xwe piştrast nebin, ew ti pereyên xwe naşînin Îranê.”