Li Tirkiyê partiyek din bi navê “Kurdistanê” tê damezirandin

 

Hewlêr (Rûdaw) – Yek ji rayedarên Platforma Demokratên Kurd bi navê Vecîde Karagoz, diyar kir ku ew xwe ji avakirina partiyeke siyasî ya kurdî ya legal li Tirkiyê re amade dikin û da zanîn, navê wê partiyê dê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) be.

 

Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakûr (PDK-Bakûr) ku niha wek Platforma Demokratên Kurd xebatê dike, biryar daye xwe wek partiyeke siyasî ya legal organîze bike û navê xwe jî bike PDK.

 

Platforma Demokratên Kurd par li Hewlêrê di kongreya xwe biryar dabû xwe wek partiyeke siyasî legalîze bike.

 

Li ser vê mijarê berpirsa rêxistina jinan li nav PDK-Bakûr Vecîde Karagoz, beşdarî bûltena nûçeyên Bakûr a Rûdaw TV bû û ragihand, ev 6 meh in ew mijûlî amadekariyên avakirina partiya xwe ne û da zanîn, dê hewl bidin meha Îlona îsal bi fermî serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bidin bo wergirtina mohleta xebatê.

 

Vecîde Karagoz, anî ziman ku partiya wan dê bi navê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) be û tenê bi pirsgirêkên kurdên Tirkiyê re mijûl be lewma nabe partiyeke Tirkiyê.

 

Wê rayedara PDK-Bakûr li ser PDK-T ku îsal hat avakirin jî got, partiya me û PDK-T ji hev cihê ne ji ber ku em li ser rêbaza Mela Mistefa Barzanî xebat dikin her wiha em xwedî dîrok, xebat û şehîd in, ya din, partiya me ji sala 1965an ve bi serokatiya Fayîq Bûcak hatiye avakirin.

 

vecîde Karagoz, li ser derngketina damezirandina PDKê jî got, ev mijar girêdayî şert û mercên Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê ye û em li gorî rojev û pêvajoyê dimeşin.

 

Karagoz, li ser pêvajoya aştî û çareseriyê jî axivî û got, pêvajoya aştiyê ne zelal e çimkî ne hikûmet û ne jî aliyê kurd tiştên eşkere û vekirî ji cemawerên xwe re negotine lê em piştgiriya pêvajoyê dikin, helbet serkeftina pêvajoyê nayê wateya çareserkirina pirsa kurd çimkî ev mesele, meseleya Kurdistanê ye.

 

Wê siyasetmedara Bakûrê Kurdistanê derbarê helwesta PDKa dayîk jî got, me ji gellek rayedarên wê partiyê re gotiye, helbet şert û mercên me mîna wan nîne ji ber ku ewê xwedî dewlet û hêz in lê li Tirkiyê jî êdî şert û merc mîna berê nînin û mirov dikare xebat bike û pêwendiyên PDKa dayîk û Tirkiyê ji me re pir bi sûd e.

 

Vecîde Karagoz, li ser îhtimala karê hevbeş bi PDK-T re jî got, em û ew cuda ne lê em ti carî dijberiya kurdan nakin û her kes bila xebata xwe bike.

 

Karagoz, li ser îhtimala ku Ocalan bibe namzedê serokomariya Tirkiyê dê pişta wî bigirin yan na jî got, helbet ev mijar hinekî girêdayî Îmraliyê ye lê eger Ocalan bibe namzed emê piştgirî bidinê.


Karagoz derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihand ku “wê ev pirsa bêjerê Rûdawê şaş fêm kiriye” û got ku “ew piştgiriya projeya BDPê ya derbarê nazmediya Ocalan ji bo posta serokomariya Tirkiyê de nakin”.