Li Amedê kesek bi hinceta bêrêzî li Ataturk û Erdogan kiriye hat desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Sûrê ya Amedê, kesek bi hinceta ku di merasîma wergirtina mazbatayê ya hevserokên Şaredariya Sûrê de, bêrêzî li hemberî Ataturk û Erdogan kiriye hat desteserkirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku ji bo lêkolîna îdiayên “nexwendina sirûda Tirkiyeyê û rakirina alaya Tikriyeyê û wêneyên Serokkomarê Tirkiyeyê” li şaredariyên Amed û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê mufetîşên (çavdêr) sivîl hatin erkdarkirin.
Piştî wê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand:
“Hêzên ewlehiyê yên Amedê kesekî bi navê U.G. ku piştî merasîma wergirtina mazbatayê ya Serokê Şaredariya Sûrê ku li odeya serokşaredariyê bêrêzî li damezrênerê Tirkiyeyê Mustefa Kemal Ataturk û Serokkomar Recep Tayyip Erdogan kiriye, desteser kir.”
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê jî îro ragihand ku derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li ser îdiayên “nexwendina Sirûda Neteweyî” lêkolîn hatiye destpêkirin.