Serok Barzanî: Dema ku aliyên siyasî, nîştimanî biryar bidin dê pirsgirêk çareser bibin

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di tweetekê de li ser çareseriya xetimîna siyasî ya Iraqê behsa serxwebûna biryarên partiyên siyasî û biryara niştîmanî kir.

Îro Çarşemê 20ê Nîsana 2022an Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekirinek kir û di derbarê xetimîna siyasî ya piştî hilbijartinên parlementoya Iraqê ya 10ê Cotmehê de got, "Dema ku aliyên siyasî ji serxwebûna îradeya xwe û biryarên nîştmanî piştrast bin dê qeyran çareser bibin û dawî li xetimîna siyasî were."

Di 10 Cotmeha 2021an de tûra pêncemîn a hilbijartinên parlemantoya Iraqê pêk hat û zêdetirî 6 meh piştî hilbijartinan jî serokkomar nehatiye hilbijartin û Hikûmeta Iraqê nehatiye avakirin.

Roja Pêncşema 31ê Adara 2022an Muqteda Sedr di tweeteke xwe de 40 roj dem dabû çarçoveya avakirina hikûmeta nû. Piştî Cejna Remezanê dê dema ku Muqteda Sedr diyar kiriye bi dawî bibe û hîn jî ne diyar e ku pêngava bê ya Muqteda Sedr ê serokê Tevgera Sedr û Hevpeymaniya Rizgarkirina Nîştimanî ya ku Tevgera Sedr, Partiya Demokrata Kurdistanê û Hevpeymaniya Serweriya Suniyan di nav xwe de digire û banga avakirina hikumeta piraniyê dike, dê çi be.

Piştî têkçûna hewldanên hevpeymana sêalî ya di navbera Tevgera Sedr û Partiya Demokrata Kurdistanê û Hevpeymana Serweriya Suniyan ji bo hilbijartina serokkomar, ji ber nakokiya hevpeymaniya sêalî ya bi çarçoveya hemahengiyê re niha pêvajoya siyasî ya Iraqê di hewldana hilbijartina serokkomarekî nû de xetimiye, ji ber ku li gor Destûra Bingehîn a Iraqî divê parlemento serokkomarekî hilbijêre ji bo ku dest bi pêvajoya avakirina hikûmeta nû bike.

Çarçoveya hemahengiyê dixwaze ji bo avakirina hikumetê partiyên herî zêde li hev bicivin. Mercê yekem û sereke jî ew e ku divê fraksiyona herî mezin Şiî be.