DAIŞê li Qeretepe êrîşî Heşda Eşayirî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qeretepe ya ser bi parêzgeha Diyaleyê ve, çekdarên DAIŞê êrîşî hêzên Heşda Eşayirî (Heşda Eşîran) ya ser bi hikûmeta Iraqê ve kirin û di êrişê de 4 çekdarên Heşdê hatine kuştin û 12 çekdar jî birîndar bûne.

Êrîş şeva Sêşembê 19ê Nîsana 2022an li nêzîk gundê Keşkolê yê ser bi nahyeya Qeretepe ve hatiye kirin.

Rêveberê nahyeya Qeretepeyê, Wesfî Temîmî ji Rûdawê re got, “çekdarên DAIŞê li gndê Keşkolî êrîşî barageha Heşda Eşayirî kirine, di wê êrişê de 4 çekdarên Heşda Eşayirî hatine kuştin û 12 çekdarên din jî birîndar bûne.”

Ev sêyemîn êrîşa DAIŞê bo ser hêzên Iraqê li sînorê nahyeya Qetepe di nava vê heftiyê de.

Di sê mehên destpêka îsal de DAIŞê 33 êrîş û çalakiyên cor bi cor li navçeyên nakok ên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de pêk anîne.

Di heşt rojên yekem ên meha Nîsanê de jî DAIŞê 20 êriş li seranserê Iraqê encam dane.

Derengiya şeva Îniyê 16ê Nîsana 2022an li sînorê parêzgeha Selahedînê êrişî hêzên Heşda Şeibî hatibû kirin û di encama êrişê de 2 çekdarên wê hêzê hatibûn kuştin.