Li Bakurê Kurdistanê tozbarîn berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Amed, Riha, Mêrdîn, Xarpêt û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê tozbarîn berdewam e û nav bi nav mesafeya dîtinê gelekî kêm dibe.

Tozbarîn li Amedê gelekî zêde ye û li hinek cihan welatiyan derî û pencereyên xwe girtine û heta ji wan tê dernakevin derve.

Herwiha li Mêrdînê bi taybetî ew bajarokên nêzîkê sînorê Rojavayê Kurdistanê, zêdetir ketine bin bandora tozbarînê. Herwiha Keleha Mêrdînê jî bi tevahî nayê dîtin.

Li Xarpêtê berpirs hişyariyê didin welatiyan û dibêjin eger karekî wan ê gelekî girîng nebe, dernekevin derve.

Rihaya Bakurê Kurdistanê ketiye ber wê pêla tozbarînê. Bi taybetî li bajarokê Kaniya Xezalan mesafeya dîtinê gelekî kêm bûye. Hinek welatî jî ku nexweşiyên wan ên sîngê hene bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Zêdeyî hefteyek dibe wê pêla tozbarînê bandoreke zêde li beşekî Bakurê Kurdistanê kiriye. Pispor dibêjin, ew pêla tozbarînê ji Sûriye û Misrê hatiye.