Ji bo Serêkaniyê hişyarî hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serêkaniyê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, barîna tozê bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kir.

Rêveberiya Tendirustiya Rihayê bi daxuyaniyekê welatî derbarê tozê de hişyar kir û ragihand, bila kesên nexweşiyên wan ên wek nefes, pişik, alerjî û dil hene dernekevin derve.

Rêveberiya Tendirustiya Rihayê, daxwaz ji welatiyan kir derî û pencereyên xwe venekin û girtî bihêlin.

Li Serêkaniyê ji ber barîna tozê ezman sor bû û mesafeya dîtinê kêm bû.

Barîna tozê li bajarên wek Amed, Xarpêt, Mêrdîn û Semsûrê jî bandoreke nerênî li jiyanê kir.