Mezlûm Ebdî ligel Wezîrê Berevaniya Swêdê civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Fermanderê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî û Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd roja Duşemê 19ê Nîsanê ligel Wezîrê Berevaniya Swêdê Peter Holtqvist bi rêya videokonferansê hevdîtinek dîtbarî pêk anîn û têde rewşa ewlekarî, aborî û mirovî li Rojava gotûbêj kirin.

Li gor zanyariyên ku ajanseke nêzîkî Rêveberiya Xweser belav kirine, herdu aliyan behsa şerê terorê û berdewamiya operasyonên li dijî DAIŞê, mijara kampan û pêşxsitina navçeyê kirin û herwiha piştevaniya li HSDê û Rêveberiya Xweser jî gotûbêj kirin.

Mezlûm Ebdî amaje bi wê yekê da ku hikûmeta Swêdê piştevaniya çareseriyan li navçeyê dike û ji Wezîrê Berevenaiya Swêdê Peter Holtqvist xwest ku ku Swêd di mijarên leşkerî û ewlekariyê de li ser piştevaniya xwe bo HSDê berdewam be.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku pêwîst e li Sûriyê çareseriyek domdar were pêkanîn û ji bo ewlehiya deverê hewce ye têkoşînek bi bandor digel şaneyên razayî yên DAIŞê were kirin.

Fermandeyê HSDê behsa hewlên sivikkirina barê li ser milê HSDê li kampa Holê kir û careke din daxwaz kir ku welatên biyanî welatiyên xwe yên tevlî DAIŞê bûbûn û niha li cem HSDê yan girtî ne û yan jî di kampan de ne,  werbigirin.

Wezîrê Berevaniya Swêdê Peter Holtqvist jî di vê hevdîtina dîtbarî de ragihand, ji bo avakirina ewlehiyê li Sûriyê pêwîst e Hevpeymaniya Navdewletî berdewam be di xebatên xwe de. Holtqvist, da diyarkirin ku ji bo jiyanek bi ewle û bi rûmet, pêwîst e DAIŞ bi temamî ji holê were rakirin.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Bedran Çiya Kurd jî bal kişand ser şerên berdewam ên li deverê û da diyarkirin ku ji bo avakirina Sûriyê ji nû ve, hewcedarî bi piştevaniya navdewletî heye.

Çiya Kurd bal kişande ser vaysrosa Corona û got dever  di her warî de hewceyî piştevaniyê ye. Di hevpeyvînê de hate destnîşankirin ku hevdîtin di navbera aliyan de berdewam bin.