7 partî yên çep û Komunîst ên Kurdistanî banga diyalogê dikin

20-04-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Foruma Çepên Kurdistanî ku ji 7 part partî yên çep û Komunîst ên Kurdistanî pêk tê, ragihandin ku di vê rewşa niha de bo parastina Herêma Kurdistanê û parastina têkeliyên di nevbera hemu hezên Kurdistanî, ji hêzên Kurdistanî diwazin bi rêya diyelogê kêşên xwe çareser bikin.

Foruma Çepên Kurdistanî ku ji partiyên weke Partiya Komunîst a Kurdistan-KKP (Bakur), Partiya Komunista  Kurdistan (Rojava), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê- PSK (Bakur), Komela Zehmetkêşên Kurdistan (Rojhelat), Bizava Dîmokratîk  a Gelê Kurdistan (Başûr), Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê (Başur) û Hizba Şuî ya Kurdistanê pêk tê, derbarê pêşhateyên li Kurdistanê de daxuyaniyek belav kirin.

7 partî yên çep û Komunîst de amaje bi wê yekê din ku  di demekê de, ku civaka mirovayetiyê rastî krizeka tendirustî ya mezin dibe, rojane bi hezaran hevwelatî tuşî vîrusa  koronayê dibin û canê xwe ji dest didin, mirovayetî bo parastina jiyanê dixebite û Neteweyên Yekbûyî dixwaze zimanê gefan bi dawî were û rêya aştiyê bo çareseriya pirsgirêkan were bikaranin, lê dewleta Turkiyê berdewamiyê dide êrişên xwe li ser Başûrê Kurdistanê û bi balafirên xwe yên leşkerî deverên sinorî û Kampa Mexmûr bombebaran dike.

Di daxuyaniya hevbeş a 7 partiyên navborî de tê gotin ku  bi heman şêwe Îranê ji bona têkdana tenahiya Herema Kurdistanê dixabite, her roj mafên mirov binpê dike û hemû roj hevwelatiyên Kurd sêdare dike.

Ew partî herwiha bala dikişîne li ser aloziyên siyasî yên di navbera partiyên Kurdistanî de û dibêjin: “Hevdem ligel wan, aloziyên siyasî û şerê medyayî yê rasterast û ne rasterast di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanî herku diçe zêde dibe. Eger pêşiya wê neyê girtin, metirsiyên mezin tê çaverêkirin. Helbet ev yek jî rê zêdetir xweş dike bo destêwerdanên welatên dagirker ji bo pitir binpêkirina mafên rewayên gelê me. Ji bilî metirsiyên DAIŞê û berdewamiya milmilaneyê Amerîka û Îranê û destêwerdanên herêmî û navnetewî di Suriyê de, dagirkirina Efrînê û hin deverên din ên Kurdistana Rojava û topbarankirina Girêspî û Serê Kaniyê û dizîn û talankirina malê xelkê me li Kurdistana Rojava ji aliyê dardestên dewleta Tirkiyê ve.”

Herwiha ew partî partiyên çep û komunist ên Kurdistanî, êrîşên Tirkiyê û ajawegêriya Îranê li ser Başurê Kurdistanê şermizar dikin û dibêjin: “Li gor nêrîna me berengarbûna plan û siyaseta qirêj a dewletên dagirkerên Kurdistanê, li niha û paşerojê pêwisatiya me bi hebûna stratejiyeke hev beş heye, daku biryarên siyasî yên Kurdistanê dûrî destêwerdanên biyanî û bi awayekî serbixwe yên parastî bin. Rê neyê dan nakokiyên hizbî ser babetên serekî yên tevgera azadîxwaza Kurdistanî li her çar beşên Kurdistanê zal bibin.”

Foruma Çepên Kurdistanî herwiha radgihîne: “Hestkirin bi berpirsayetiyê niştîmanî, bo parastina rewşa Herêma Kurdistanê û parastina têkeliyên di nevbera hemû hezên Kurdistanî, ji hêzên Kurdistanî diwazin bi rêya diyelogê kêşên xwe çareser bikin, hemû şiyanên xwe bêxine tevger ji bo rizgarkirina gelê me di vê rewşa herî dijwar de.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst