Barzanî: Cejin ji bihêzkirina pêkvejiyan derfêtên baş in

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Qiyameya Hezretî Mesîh peyamek belav kir û têde ragihand ku cejnên pêkhateyên Kurdistanê derfetên baş in ji bo bihêzkirina birayetî, aştî û pêkvejiyanê.

 

Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna “Qiyameya Hezretî Mesîh” peyamek arasteyî Mesihiyan kir û ragihand: “Bi helkefta hatina cejna Qiyameya Hezretî Mesîh (Silavên xwedê li ser bê) pîrozbahiyeke germ pêşkêşî hemû xwîşk û birayên Mesihiyên Kurdistan û Iraqê û seranserê cîhanê dikim û hêvîdarim hemû cejnên xwe li xweşî û şadî û bexteweriyê de pîroz bikin.”

 

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Helkeft û cejna pêkhateyên Kurdistanê derfetên baş in ji bo dûpatkirina birayetî û aştî û pêkvejiyanê û cihê şanaziyê ye li welatê me çanda pêkvejiyan dîrokeke xwe ya kevin heye. Bi saya  wê kultûra bilind a xelkê Kurdistanê ye ku welatê me li asta herêmayetî û cîhanî mînakeke diyar a pêkvejiyana pêkhatan û ol û neteweyên cûda ye.”

 

Barzanî  Cejna Qiyameya Hezretî Mesîh li civaka Mesihî pîroz kir û got: “Bi vê helkefta pîroz hêviya bextewerî û şadiyê ji bo xweişl û birayên me yên Mesihî dixwazim û hêvîdarim ev helkeft destpêkek bê ji bo nemana tundiyê û zilmê.”