Li Rihayê termekî ku dest û lingên wî hatine jêkirin hat dîtin

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê zarokan li nav xaniyekî vala termê zilamekî ku ling û destên wî hatine jêkirin û laşê wî hatiye şewitandin dîtin.

 

Bûyer duh danê êvarê li nêzîkî devera Şikeftên Kizil Koyun qewimî. Zarokên ku li kolanê dilîstin, di nav xaniyekî vala de termê zilamekî ku ling û destên wî hatine jêkirin û laşê wî hatiye şewitandin dîtin û malbatên xwe agahdar kirin.

 

Li ser agahdarkirina malbatên zarokan, hêzên ewlehiyê û tîmên tendirustiyê gihiştin cihê bûyerê.

 

Li ser lêkolînên destpêkê yên polîsan, zilamê ku dest û lingên wî hatine jêkirin, 25 salî bûye û piştî jêkirina dest û lingên wî, madeyek li ser wî hatiye rijandin  û hatiye şewitandin.

 

Piştî lêkolîna polîsan, tîmên tendirustiyê paşmahiyên termê zilam, xistin nav tabûtekê û ji bo lêkolînê bo Saziya Tiba Dadî ya Rihayê hat veguhestin.

 

Polîsê Rihayê li ser bûyerê dest bi lêkolîn û lêpirsînê kir.