ROJAVA – Partiyên Kurdan li dijî plana Amerîkayê ne

Qamişlo (Rûdaw) – Partiyên siyasȋ yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê plana Amerȋkayê ya ji bo şandina hêzên Erebî bo Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê qebûl nakin.

 

Mijara guhertina hêzên Amerîkî li bakurê Sûriyê bi hêzên Ereb, bûye cihê nerazȋbûna partiyên siyasȋ yên Rojavayê Kurdistanê.

 

Serkreterê Partiya Komûnist a Kurdistanî Nezim Eldîn Omer di wê baweriyê de ye, ku şandina hêzên Ereb dê bibe hêcet di destê Tirkiyê de, ku bi vî awayî derbasbûna xwe ya herêma Efrȋnê û deverên din ji Sûriyê rewa bike.

 

Nezim Eldȋn Omer got: “Pêwȋstya me bi hêzeke navdewletȋ heye. Hêzeke Netewyên Yekbûyî were dê bibe çareserî. An jî qedexekirina firînan dê aramiyê peyda bike. Herwiha dê Tirkiyê jȋ bibêjê made mew hatine ezê jî dirbasȋ Sûriyê bibim.”

 

Hin aliyên siyasȋ jî li dijȋ vekişandina hêzên Amerȋkayê ji Rojavayê Kurdistanê ne. Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS aramiya Rojavayê Kurdistanê bi mana hêzên Amerȋkayê ve girêdide û ji encamên hatina hêzên Erebȋ rêşbȋn e.

 

Endamê Sekreteriya ENKSê Fethȋ Gedo got: “Hebûna Amerȋkayê garantiya aramiyê ye. Lê eger Amerȋkayê dixwaze ev hêz derbas bibe dê bibe çihê nakokiyan li herêma me û cihê şerê di navbera Îran, Amrika û welatên din de.”

 

Nêrîna Partiya Pêşverû jî ew e ku pêdiviya Sûriyê bi çareseriyeke siyasȋ heye, ku di bin çavdêriya navdewletȋ de pêk bê.

 

Serkirdeyê Partiya Pêşverû Ehmed Berekat da xuyakirin: “Em tu paşerojê ji vê hêzêre li Sûriyê nabȋnin dê nikaribe xwedȋ bandoreke erênȋ be li ser pirsa Sûriyê bi giştȋ û bi taybet jî pirsa Kurdȋ.”

 

Li gorî medya Amerîkî rêveberiya Trump ji welatên Erebistana Siûdȋ, Ȋmarat û Qeterê xwestiye ku piştevaniya darayî pêşkêşȋ wan bikin û ji Misrê jȋ daxwaz kir ye, da ku bi leşkerên xwe tevlȋ hêza Erebȋ ya li Sûriyê were bicîhkirin bibe.