Şanoger Elî Nûrî koça dawîn kir

Silêmanî (Rûdaw) – Şanogerê ji Silêmaniyê Elî Nûrî jiyana xwe ji dest da.

 

Serokê Komeleya Hunermendên Kurdistanê Niyaz Nûrî ji Rûdawêre ragihand, şanogerê kurd Elî Nûrî (73) duh bi şev li derdora saet 00:30ê wefat kir.

 

Rewişt Bekir Nûrî ku biraziyê Elî Nûrî ye got: “Apê min 4 sal in nexweş bû û li derveyî welêt ji ber nexweşiya wî, neştergerî lê hate kirin û dûvre rewşa wî xerabtir bû. Nikaribû li ser piya bisekine.”

 

Elî Nûrî di sala 1944an de li Silêmaniyê jidayîk bû û di sala 1970ê de jî tevli Koma Şanoyê ya Silêmaniyê bû.

 

Nûrî li nav 50 salan, di gelek fîlm û rêzefîlman de lîst.