Teqîna li mexbera bajarê Rimêlan

 

Rimêlan (Rûdaw) - Roja şemiyê berî nîvro, li mexbera bajarê Rimêlan ku beşek jê ji aliyê Yekineyên Parastina Gel (YPG) ve weke cihê amadekirina çek û teqemeniyan tê bikar anîn, teqîneke mezin çêbû.

 

Derbarê teqînê de tiştek nehatibû gotin û bûyer zelal nebibû.

 

Çavkaniyeke taybet ji nava kompanya Rimêlan ji Rûdawê re got, ku mexbera Rimêlan ji 4 beşan pêk tê û hêzên YPGê beşeke ji wê ji xwe re bi kar tînin.

 

Çavkaniyê da zanîn tevî karmendên sivîl di nava wê avahiyê de hene jî, lê beşek ji bo karûbarê amadekirina teqemeniyan tê bikaranîn.

 

Di encama wê teqînê de, beşekî mezin ji avahiyê wêran bû, 4 kes şewitîn û şewata yekî ji wan gelekî giran e û jiyana wî di xeterê de ye.