Li Qamişloyê agir bi fabrîqeyekê ket

Tîm hewl didin agir vemirînin /Wêne: ANHA

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê agir fabrîqeyeke boyaxê ket.

Li gorî nûçeya ANHAyê, li fabrîqeyeke boyaxê ya li taxa Sînaayê ya Qamişlyoyê şewateke mezin derketiye.

Li gorî zanyariyan, agir bi beşeke mezin a fabrîqeyê ketiye û tîmên agirkujê di vemirandina agir de zehmetiyan dikişînin.

Heta niha zererên canî hene yan na ti zanyarî nehatine bidestxistin lê zerereke zêde ya madî çêbûye.

Li gorî zanyariyên ANHAyê sedema derketina şewatê nayê zanîn lê tê îdiakirin şewat ji ber elektrîkê derketiye.