Li 2 navçeyên Erziromê dibistan îro girtî ne

Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk ku di xeta Enqere û Qersê de dişixule / Wêne: AA-Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeyên Aşqele û Îspîrê yên Erziroma Bakurê Kurdistanê dibistan ji ber barîna berfê îro girtî ne.

Di daxuyaniyên ku ji hesabên medyaya civakî yên qeymeqamtiyên Aşqele û Îspîrê hatine dayîn de hat diyarkirin ku berf li van her du navçeyan bi bandor e.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku îro li dibistanên Aşqale û Îspîrê perwerde hatiye rawestandin.

Her wiha hat diyarkirin ku li Îspîrê dê karmendên ducanî û astengdar karibin neçin kar.