Serok Mesûd Barzanî: PDKyê hilbijartin boykot nekiriye
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîkayê ya Îraqê kir û got, “PDKyê hilbijartin boykot nekiriye û destên derve ketina nava hilbijartinan.”
Li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskiyê kir.
Di civînê de ji bilî pîrozbahiya Newrozê çend mijarên derbarê hilbijartinan û biryara Polîtbûriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya derbarê boykotkirina hilbijartinan hatin gotûbêjkrin.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî di civînê de Alina Romanowski û Serok Barzanî rewşa siyasî ya Îraqê û Herêma Kurdistanê pêşhatên dawî hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin Alina Romonowskiyê dilgiraniya xwe û welatê xwe derbarê pêşhatên dawî yên siyasî derbiriye û daxwaz ji PDKyê kiriye rola xwe bi cî bîne û ligel aliyên din ê bi hevre rola û pirsgirêk û têbiniyên derbarê hilbijartinên Herêma Kurdistanê çareser bike.
“PDKyê hilbijartin boykot nekiriye”
Herwiha Serok Barzanî jî got "PDKyê hilbijartin boykot nekiriye, lêbelê ligel hilbijartinên pak, şefaf, ewledar û dûrî destwerdanên derve û bernameyên derekî ye ku tê de dengdêr ji mafê dengdanê bêpar nemînin û prosesa demokrasiyê neyê bêqîmetkirin û yasayên Herêma Kurdistanê neyên binpêkirin. "
Herwiha Serok Mesûd Barzanî derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de wiha got:
"Rêkeftineke zelal û piralî di çarçoveya hemahengiyê bi nave Îitîlafê dewlet heye, mixabin hiç xalên wê rêkeftinnameyê nehatine cîbicîkirin.
Rêkeftin di çarçoveya wê yekê de bû ku îstîqrar pêk were û xelk bigihê kêfxweşiyê û bingeha şirîkarî û xweşbînî û pêk were, lêbelê hîç yek ji van nehat kirin."
Serok Barzanî tekez jî kiriye, guftugo û hemahengiyên wan wê berdewam bikin ji bo çareserkirina kêşeyan û nehiştina dilgiraniyan.
Herwiha Serok Barzanî amaje bi sedema daxuyaniya Polîtbûroya PDKyê jî kiriye û got, "Her ji destpêka salên 1990î PDK ligel pêkanîna hilbijartinê bû.
PDKyê bi xwe di sala 1991ê de daxwaz kiriye pêwîste meşrûîyeta şoreşgerî cihê xwe bide meşrurîyeta destûrî û hilbijartinan."
Serok Barzanî derbarê hilbijartinan jî de got, "PDK hertim ligel pêkanîna hilbijartinan bûye û tirsa wê ji hilbijartinan nin.
Lê têbîniya wê li ser şêwaza hilbijartinan û netirsiya têkdana bingeha pêkvejiyanê û nehiştina beşdariya pêkhateyan di jiyana siyasî de heye."
“Bi hincetên cûr bi cûr 2 salan hilbijartin hatin paşxistin”
Serok Barzanî wiha berdewam kir, "Bi hincetên cûr bi cûr 2 salan hilbijartin hatin paşxistin.
Destên biyanî xistine nava wê babetê, nirx û pêgeha Herêma Kurdistanê kêm kirin.
Bi awayekî ne destûrî û neyasayî biryar û yasayên Herêma Kurdistanê guhertin û zulmeke mezin li pêkhateyan û xelkê Herêma Kurdistanê hat kirin."