Kadrî Yildirim: Nifşê nû zêde agahiya wan ji Newrozê tune ye

Hewlêr (Rûdaw) - Dîroknas Prof. Dr. Kadrî Yildirim di derbarê dîroka Newrozê de dibêje “Li ser Newrozê di çavkaniyên Erebî û Farsî de agahiyên gelek resen hene. Lê ji ber ku nifşê nû baş bi Erebî û Farsî nizanin, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, zêde haya kesî ji van agahiyan tuneye.”

Dîroknas Prof. Dr. Kadrî Yildirim beşdarî bultena Rûdawê bû û li gorî çavkaniyên Zerduştî û îslamî li ser pîrozkirina dîroka Newrozê axivî.

Di çavkaniyên zerduştî û îslamî de li ser pîrozkirina newrozê de  Yildirim got “Di çavkaniyê Zerduştiyan de  li gor pirtûka bi navê Kîtabul Dînket yekemîn kesê ku Newrozê wek cejn diyar kiriye û  pîroz kiriye, hikûmdarê bi navê Cemşîd e. Li gor nivîskar Ebulrehman Bîn Dehak yê ku di sala 1061ê zayînî de wefat kiriye di pirtûka xwe ya bi navê Zeynul Exbar de dibêje `Cemşîd cejna Newrozê saz kiriye. Spas ji Xwedê re ku germ û sermayê ji holê rakiriye, ji mirovan nexweşî, pîrî û kalî ji holê rakiriye. Ji ber hêzên tarî Xweda wî bi ser xistiye.`”

Herwiha Yildirim diyar kir ku Newroza ku Cemşîd saz kiriye, Kurdan bêtir eleqedar nake, bêtir Newroza ku Kurdan eleqedar dike weke pîrozbahiyeke gelêrî, dema ku Kawa li hemberî Dehak biserdikeve û di wê rojê de weke Newroz tê qebûlkirin eleqedar dike.

Dîroknas Prof. Dr. Kadrî Yildirim li ser diroka newroze got  “Îbnul Esîrê Cezerî ku ew bixwe jî Kurd e di sala 1233 zayînî de wefat dike di pirtûka xwe ya bi navê El Kamil fî Tarîx de dibêje `Dema ku Kawa serî hildide û Dehak digre û tîne radestî Ferîdûn dike û ferîdûn jî wî dikûje. Eceman (yên ne Ereb in) ji wê rojê re gotin îro Newroz e.`

Kadrî Yildirim bal kişand ser ji dest derketina drefşên Kawa û got “Di navbera kral Goştasev û hikûmdarê Tirk Horzaf de hevpeymaniyek hebûye. Zerduşt ji hikûmdarê xwe Goştasev re gotiye vê hevpeymaniyê betal bike. Paşê hikûmdarê Tirk êriş dibe ser Zerduşt. Di wê êrişê de drefşin Kawiyan bidest dixe ango ew sancaxa Kawa ku heta dema Zerduşt hatibû bidest dixe.”