Helebçe 280 enfalkiriyên wê hene

Helebçe (Rûdaw) – Çîroka Elî Arif, cuda ye ji êşa bêhtirên cînişînên wî bajarê ku lê dijî, çiku ew helebçeyiyek’ cuda ye di azar û bextreşiyan de. Elî di 25emîn bîranîna kîmyabarana wî bajarî de, çîroka rojên zindana Nugreselmanê vedibêje û karesat ji bo wî dojehek du alî bû, aliyek dişewitî û aliyê din jî di ber reyîn û borîna kûçikên reş de ji qudûm diket.

“Girantirîn demên jiyana min, ew roj bû ku min bi destê xwe termê birayê xwe li Nurgreselmanê kir bin axê, tê bîra min tibabek ax bi dest min neket da termê wî pê veşêrim”, ew dîmen baş tên bîra Elî, piştî ku bi laşekî jehrkiriî direvin, xêzana 6 kesî li bajarokê Tewêle nêzîkî sînorê Îranê dikeve dest zilamên Be’is de.

Ew li otomobîlê tên siwarkirin bê ku zanibin wê wan bi kû ve bibin “Em nema zanin bi wî hawî me bi cihekî xirabtir ve dibin”, devera dawî ku xêzana wî û çend xêzanên din ên Helebçeyê lê bi cih bûn, Nugreselman bû.  

“Birayê min ê mezin, bi sedema zikçûn, vereşandin û nebûna çareseriya pêwîst canê xwe ji dest da”, birayê Elî kadroyê aliyekî siyasî bû û niha wek pakrewan tê hejmartin, ne ku pakrewanê kîmyabaran û Enfalan “Ti kes ji endamên xêzana min jî wek Enfalkirî nehatin tomarkirin, di demekê de ji Enfalan têk çûn.”

Gelek Helebçeyî, ji azar û îşkenceyên Nugreselmanê rizgar bûn, her wê jî wiha kir, desteyek li wî bajarî bê damezrandin ji bo piştgiriya beşê Enfalkiriyên Helebçeyê, çiku wan hest kirin, dît Enfalkiriyên Helebçeyê aliyekî windayî ye û neketiye dîrokê.

Serokê desteya piştgiriya mafên Enfalkiriyên Helebçeyê Ebdilqadir Şadî, got “1600 Helebçeyî piştî kîmyabaranê, hatin birin Nugreselmanê û Topzawayê”, Şadî zanyariyên wî bêhtir derbarê wan kesan dide û dibêje “52 Enfalkirî li Nugreselmanê şehîd bûn û 280 Enfalkiriyên Helebçeyî jî, ta niha bê ser û cih in.” Navborî dibêje bi sedema wê hejmarek Enfalkirî ti mirovê wan nemaye, te niha li desteya wan nehatine tomarkirin.    

Ebdilqadir, bi dilzarî behsa guhdana bi Enfalkiriyên Helebçeyê dike û dibêje “160 pakrewanên me wek pakrewanên kîmyabaranê hatine tomarkirin, ne ku pakrewanên Enfalkirî.” Ya ku bêhtir ew dilzar kir, ew e ku ta niha pakrewan û bê serûcihên din nehatine tomarkirin “Danpêdanê bi enfalên Helebçeyê nakin.”

Şadî, ji roja 14.04.2011 bi hejmarek hevalên xwe re, desteya xwe damezrandin û armanca wan ew e ku kar bikin da ku danpêdan bi enfala Helebçeyê bê kirin û pakrewanên wan wek pakrewanên Enfalan bên tomarkirin û “Kesên rizgarbûyî jî wek girtiyên siyasî bên tomarkirin.”

Birêvebirê karûbarê pakrewan û Enfalkiriyên Helebçeyê Se’dûn Mihemed, da mandelê nedanpêdana Enfalkiriyên Helebçeyê “Her pakrewanek Enfalkirî dosyayeke wî li cem me be, wek pakrewanên kîmyabaran, maf û serpişkayetî jê re tê dan. Tawana me nîne, mirovên wan dosyaya wan pakrewana negihandine destê me, yan doza guhertina dosyaya pakrewanên xwe nekirine ji pakrewanên rêxistinê ji bo pakrewanên Enfalkirî.”

Birêvebirê karûbarê pakrewan û Enfalkiriyên Helebçeyê, behsa hewlên xwe kir ji bo guhdana bi mirovên pakrewanên Helebçeyê û dibêje “Dosye ku nêzîkî hezar Enfalkirî ye, hatiye şandin ji bo birêveberiya girtiyên siyasî li wezareta karûbarên pakrewan û Enfalkiriyan û ji wir jî hatin şandin ji bo dadgehê da ku bê çareserkirin.”

Se’dûn Mihemed, eşkere kir ku di wê heftiyê de dosyaya 150 kesên din wek girtiyên siyasî, ragihandin ku Helebçeyî ne û ji enfalan vegeriyane “Wek girtiyên siyasî mamele bi wan re tê kirin.”

Par hikûmeta Iraqê, biryar da ku avahiya zindana Nugreselmanê bike entîkxaneyek, lê Enfalkiriyên Helebçeyê nerazîbûna xwe beramber wê nîşan dan û ew ret kirin.

Serokê desteya piştgiriya mafê Enfalkiriyên Helebçeyê ji Rûdawê re got “Ta ku hestî û bermayên şehîdên me ji biyaban û goran bi tevayî neyên, em razî nabin destkariya wê zindanê bê kirin.”