Gola Bendava Dilimli ya Geverê qeşa girt
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ku pileya germayê daketiye 15 pile bin sifrê, Gola Bendava Dilimli ya li bajarokê Geverê qeşa girt.
Li Colemêrg û derdora wê ku nêzîkî mehekê ye berf dibare, rêyên bi dehan gund û mezrayan hatine girtin. Keş û hewaya sar li navçeyê bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.
Li Geverê pileya germayê daketiye 15 pile jêr sifrê û Gola Bendava Dilimli ku 10 kîlometre dûrî navenda Geverê ye bi tevahî qeşa girt. Qalinbûna qeşaya golê gehiştiye 20 santîmetreyan.
Li parêzgeha Colemêrgê û qezaya wê Geverê ji ber berfa zêde û rewşa xirab a keş û hewayê 1 roj navber bo xwendinê hatiye dayîn û karmendên dewletê yên astengdar û ducanî jî dê behnvedanê bikin.