Kosret Resûl: Bi nefesa tolhildanê dest bi kar kirin

Silêmanî (Rûdaw) – Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl civîna roja 18ê Sibata 2019an a Parlementoya Kurdistanê weke rik û tolhildana PDKê li YNKê li hember posta Serokomariya Iraqê bi nav dike û dibêje ku em endamên YNKê piştrast dikin ku em li gel ti aliyekî li hev nakin eger di rêkeftinan de hevsengî tine be.

 

Îro çarşemê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) civîneke berfireh ji bo endamên melbend û komîteyan pêk anî û li ser civîna Parlementoya Kurdistanê ya bêyî YNKê hat gotin: “Em ji bo ku YNK rêzên gelê Kurd biparêze, mil bi milê yekrêziya nav YNKê, me ji bo xatirê yekrêziyê encamên hilbijartinan qebûl kir û me nexwest helwesta me û PDKê ji hev cuda be. Em herdu alî hêzên sereke ne û eger du helwestên me yên cuda hebin, em dê zirar bikin, lê mixabin wan bi nefesa tolhildanê û rik dest bi kar kirin, li ser wê yekê ku serokomar ji YNKê re bûye, wan duh bêyî YNKê civîna parlementoyê kir.”

 

Kosret Resûl dibêje: “Li gor min tiştê ku tê xwestin, careke din dualîbûn û şerê navxweyî li Kurdistanê çêbibe. Em li dijî vê siyasetê ne, ji ber ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) yekîtiya xelkê ye, yekîtiya nav rêzên miletê me ye, ji ber vê yekê kes nikare Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bişkîne yan paşguh bike. Em endamên YNKê piştrast dikin ku em li gel ti aliyekî li hev nakin eger di rêkeftinan de hevsengî tine be û hîsaba xebat û têkoşîna YNKê nekin ku ev ji bo me gelek giring e.”