Li Amedê qeza: Miriyek, 3 birîndar

Wêneyê qezayê / Amidahaber

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erxeniyê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlê li romorka traktorê xist û kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn.

Qeza şeva borî li nêzîkî gundê Selmanê yê Erxeniyê çêbû.

Li gorî agahiyan, otomobîla ku ajokarê wê S. Ç. bû, li romorka traktorê xist ku li kêleka rê hatibû parkkirin.

Di encama qezayê de B.K.yê di otomobîlê de mir û ajokar S.Ç. û M.B.K. û H.B.K. yên di otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her sê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê.