Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Trump kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Donald Trump kir û got, "Em hevkariya xwe ya bihêz a bi Amerîkayê re bilind dinirxînin û li bendê ne ku em bi hev re ji bo bipêşvebirina aştî, aramî û nirxên hevbeş bixebitin."
Donald Trump di hilbijartinên 5ê Çiriya Paşîn a 2024an wekî serokê nû yê Amerîkayê hatibû hilbijartin,
Li Washingtona paytexta Amerîkayê ji bo sondxwarina destbikarkirina Donald Trump merasêmek hat lidarxistin.
Donald Trump îro sond xwar û bi fermî bû 47emîn serokê Amerîkayê.
"Em hevkariya xwe ya bihêz a bi Amerîkayê re bilind dinirxînin"
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Donald Trump kir.
Nêçîrvan Barzanî di peya xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de wiha got:
Li ser navê Herêma Kurdistana Îraqê, ez Donald Trump ji bo destbikarbûna wî wekî serokê 47emîn ê Amerîkayê pîroz dikim.
Em hevkariya xwe ya bihêz a bi Amerîkayê re bilind dinirxînin û li bendê ne ku em bi hev re ji bo pêşvebirina aştî, aramî û nirxên hevbeş bixebitin."
On behalf of the Kurdistan Region of Iraq, I congratulate President @realDonaldTrump on his inauguration as the 47th President of the United States.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) January 20, 2025
We greatly value our strong partnership with the U.S. and look forward to working closely to advance peace, stability, and shared…